Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Vaksînên li Dij Vîrusa Korona li Silêmaniyê


Rêveberên Saxlemiyê di Preskonferansekê de li Silêmaniyê
Rêveberên Saxlemiyê di Preskonferansekê de li Silêmaniyê

Dr. Sebah Hewramî, rêveberê giştî yê tendirustiyê li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Îraqê got, ew hemû kompaniyên li Herêma Kurdistanê û Silêmaniyê vaksînan belav dikin, kompaniyên bawerpêkirîne.

Rêveberê Giştî ya Saxlemiya Silêmaniyê sibeya Yekşemê 30ê Gulanê li bajarê Silêmaniyê di kongireke rojnamevanî de welatî dilrihet kirin û got ku ew vaksînên li parêzgeha Silêmanî tên danîn û belav kirin her hemî vaksînên bawerpêkirîne û ti pirsgirêkek heta nihe derneketîye û welatî piştrast kirin ku kêmasî di vaksînan de nînin û heman ew vaksînin yên ku li sernaserî cîhanê tên danîn.

Hewramî got "Hêşta zûye em nihe bêjin, kanê kîjan vaksîn yên herî başin. Lê bêgoman di çend meh salên dahatî de dê zelal bibe kanî kîjan ya herî başe. Lê ya giring ewe ew kompaniyên em vaksîna wan bikar tînin, kompaniyên bawerpêkirî û baş in."

Niha ku çen cûreyên vaksînên li dij vîrusa korona hene, lê vaksîna Pfizer daxwazek zêde li ser heye, ev jî heta astekî bûye sedema derketina pirsgirêkan.

Hewramî derbarê cûreyên vaksînan got "Her kesê bixwaze vaksînê werbigre dikare bistîne, tenê vaksîna Pfizer nebe, jiber ku ew vaksîn li gor dor û pêşî daxwazan tê amade kirin, wek din vaksînên din bedrest hene û piraniya vaksînên berdest hatine bikar anîn."

Li cîhanê çend haletên çaverê nekirî li cem hin kesên ku vaksîn standine derketine, lêkolîn derbarê wan haletan tên kirin, da ku bizanin têkiliya wan bi vaksînê re çiye?

Derbarê vê yekê Dr. Sebah Hewramî dibêje, li silêmaniyê ti haleteke çaverênekirî peyda nebûye, ji derveyî wan nîşanên asayî yên piştî wergirtina vaksînê derdikevin, ev jî pêşwext hatine zelal kirin û her vaksînekê hind nîşanên xwe hene û ji kesekî bo yê din şêweyê derketin nîşanan tê guhertin.

Li parêzgeha Silêmaniyê çendîn navendên vaksînan hatine danîn, kesê bixwaze dikre here vaksînê werbigire, xwe û dewrûberên xwe ji vîrusa korona biparêze.

Raporta Silêmaniyê 30 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG