Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Mirina 40 Kesan Merasîma Binaxkirina Silêmanî Hat Paşxistin


Ajansa Reuters ragihand ku di merasîma oxirkirina generalê Îranî Qasim Silêmanî de, bi dehan kes hatine kuştin jiber hebûna şenîyên girseyî di bin hev de man û perçiqîn.

Reuters ji zarê medyaya nêzî dewleta Îranê ragihand ku jiber çêbûna mirinan, merasîma oxirkirina Silêmanî hatiye paşxistin.

Bi dehan hezaran kes li bajarê Kermanê, ku cîhê dayikbûna Silêmanî ye, herikîn kolanan ku rêza xwe pêşkêşî wî bikin.

Girseyên mezin herwiha hêrsbûna xwe ya dijî Amerîka ragihînin û dirûşmên wek “Bimire Amerîka” bilind kirin.

Ajansa ISNA ya dewletê ragihand ku di bûyerên de heta niha 40 kes hatine kuştin û pirtir ji 213 kesên din jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG