Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Silêman Cafer: Li Ser Êzîdîyên Efrînê Metirsîya Komkujîyê Heye


Efrîn
Efrîn

Hevserokê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Silêman Cafer di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew demeke dirêj e li ser gundên Êzîdîyên Efrînê ''xetereke mezin'' heye.

Cafer dîyar kir ku ''di sala 2012’an de dema Tirkîyê cara pêşî êrîşî Efrînê kiriye, êrîş biriye ser Qasercido û Bozfanê, ku her du jî gundên Êzîdîyan in.''

‘’Dewleta Tirkîyê bi firokan çeperên şervanên Kurdan bombebaran dike û ew tê wateyê ku piştgirîya rêxistinên tundrê dike. Eger DAIŞ û El-Nusra têkevin gundên Êzîdîyan, bi rastî dibe ku Komkujîya Şingalê dubare bibe.’’ Cafer got.

Cafer da zanîn ku rêxistinên tundrê bo Kurdan dibêjin ‘’Xwedênenas’’ û Kurdên Êzîdî jî ‘’du car Xwedênenas’’ dibînin.

Cafer bo xeterîya li ser Êzîdîyên Efrînê rabe bang li civaka navneteweyî kir ku pêşi li êrîşên esmanî yên Tirkîyê bibire.

XS
SM
MD
LG