Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Silêvanî: Xwandevan li Kurdistanê Kême


Silêvanî: Xwandevan li Kurdistanê Kême

Serokê Yekîtîya Nivîsevanên Kurd li Dihokê gote bernama Ferheng û Torê Kurdî, bi giştî xwendevan li Kurdistanê kême, çinku me neşîyaye rewşenbîrîya xwandinê di dilê xelkê xwe da biçînin û eve alozyeka mezina Kurdaye.

Silêvanî li sala 1957 li gundê Tirkja li devera Zaxo hatîye dunyayê. Ji sala 1982 ê were destavêtî nivîsînê û li sala 1993 yekem berhemê xwe bi navê Hozanên Sava weşandîye. Berhemê yekê yê çîrokan bi navê Baluka Şekirê li sala 1994 çapkirîye. Romana wî ya bi navê Gulistan û şev li sala 1996 hatîye çapkirin.

Ji bilî berhemên bi Kurdî, Silêvanî jimareka berhemê navdarên Ereb wergerandine ser zimanê Kurdî.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Hesen Silêvanî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG