Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îsraîlê Dibêje, Her Tişt bi Sinwar Dest Pê Dike û bi Wî Dawî Dibe


Yahya Sinwar Serokê Hamasê li Gaza Tawanbarê yekê yê ku Îsraîlê Wî Dixwaze
Yahya Sinwar Serokê Hamasê li Gaza Tawanbarê yekê yê ku Îsraîlê Wî Dixwaze

Serokê Îsraîlî Isaac Herzog, roja Sêşemê got ku dîtin û girtina rêberê tevgera Hamasê li Gaza Yahya Sinwar dê rê li ber azadkirina dîlên revandî yên li Gaza vedike, divê mirî yan sax bihê ew bihê dîtin.

Herzog tekez kir ku "divê şer dom bike", ev gotinên Herzog rojek piştî biryara Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî hat ya ku agirbesta lezgîn erê dike.

Herzog di merasîmeke li Orşelîm/Qudsê de got, "Îsraîl bi gelek rê û hewildanên cûda xebatê ji bo vegerandina kesên revandî dike, bi hemû hêza xwe hewl dide ku ew vegerin malên xwe."

Wî got, "Di dawiyê de ti bijardek din nîne divê şer bidome, divê Sinwar mirî yan zindî bê dîtin, da ku em kesên revandî di malên wan de bibînin."

Wî got jî, "Her tişt bi Yahya Sinwar dest pê dike û bi wî dawî dibe, jiber ku wî biryara komkujiya 7’ê Cotmehê daye."

Herzog bang li civaka Îsraîlê kir ku hevbigirin û bi yek bin.

Daxuyaniyên Herzog rojek piştî derketina yekemîn biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat ya ku banga "agirbesta lezgîn" li Gazayê dike, ku şerî Îsraîl û Hamasê lê didomîne.

Biryara ku bi piraniya dengan ji 14 dengên erê hat qebûlkirin, û Amerîka bê alî ma, biryar banga "agirbesta lezgîn di meha Remezanê de" ku meha pîroz ya misilmanan du hefte berê dest pê kiriye. Biryar bi mercê ku "agirbesteke daîmî" bi xwe re bîne hatîye erê kirin, her wiha biryar tekez dike ku "hemû dîlên revandî bê şert û merc serbest bên berdan."

Şerê li Gazayê piştî êrîşa Hamasê ya ku di 7ê Cotmehê de bo ser başûrê Îsraîlê hatbû destpêkirin û li gor amarên Îsraîlê 1160 kes ku piraniya wan sivîl in hatin kuştin.

Di wê demê de jî nêzî 250 kes hatibûn revandin ku 130 ji wan hîn li Gazayê weke rehîne girtî mane di dest Hamasê de, û tê texmînkirin ku 33 kes ji wan hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG