Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîpan Hemo: Ku Tirkîyê Êrîşî Efrînê Bike, Emê Ezaz û Cerablusê Azad Bikin


Şervanên YPGê li Efrînê
Şervanên YPGê li Efrînê

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo dibêje ku ger Tirkîyê êrîşî Efrînê bike, ew jî xeta Ezaz û Cerablusê, ku di bin kontrola Tirkîyê ye, azad bikin.

Hemo ji rojnameya Ozgur Politika re got ku Tirkîye ji mêjve hazirî dike ku ligel komên Sûrî ku ew piştevsnî dike, êrîşeke bîne ser Efrînê.

“Aranca Tirkîyê kûr e; ji xeta Cerablusê dixwaze here Şehba û Bab’ê, û ji wir jî operasyoneke hember Efrînê û dû re bigiheje Îdlibê û li wan herêman desthilata xwe ava bike û Şoreşa Rojava bifetisîne.”

Hemo da zanîn ku ew gavên Tirkîyê ji nêz ve dişopînin û li gor wê jî amadekarî dikin. “Ev demeke dirêj e ku hêzên me parastina xwe xurt kir û serkeftinên girîng bi dest xistin. Ez dikanim bêjim ku Efrîn de roleke girîng di parastina xwe de û azadkirina Şehba de bilize. Gelê Efrînê yê fedekar û qehreman jî hember êrîşên Tirkîyê amade ye.”

Hemo îdia kir ku amadekarîyên Tirkîyê jibo astengkirina operasyona Reqa ye, jiber ku ew naxwaze Reqa ji alîyê HSD’ê ve were rizgar kirin. Wî bang li Amerîka û Rûsya kir ku helwesta xwe yah ember plnanên Trkan zelal bikin.

XS
SM
MD
LG