Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Dijî Perestgeha Şîayan ya li Îranê 15 Kuşti Hene


İran, protesto
İran, protesto

Ajansa nûçeyan ta dewletê IRNA îro Çarşemê ragihand ku li bajarê Şîraz yê Îranê dijî perestgeheke misilmanên Şîa, êrîşeke hatiye kirin û di encama êrîşekê herî kêm 15 kes hatine kuştin.

IRNA ji zarê şahidan ragihand ku êrîşkar di otombîlekê de bûn û gule barandine ser hecî û karmendan li ber perestgeha Şah Çêrax .

Ajansa nûçeyan a nîvfermî Tasnim got ku di nava kuştîyan de gelek jin û zarok jî hene.

Berpirsê polîsê xwecihî dîyar ku êrîş tenê ji hêla yek kesî ve hatiye kirin û ew kes hatiye desteser kirin, lê ajansên nûçeyan dibêjin ku sê kes beşdarî êrîşê bûne.

IRNA herwiha da zanîn ku polîsan ji 3 kesên “terorîst” 2 kes girtine û li yê sê yan jî digerin.

Ajansa IRNA wan kesana wek "terorîstên tekfîrî" bi nav kir, ku ji alîyê karbidestên Îranê bo binavkirina komên tundrew, çekdarên Îslamî yên Sunnî tê bi karanîn.

Dezgeha medya Nournews ku girêdayê saziya bilind ya ewlehîyê ya Îranê ragihand ku êrîşkar ne welatîyên Îranê ne.

XS
SM
MD
LG