Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku parlamana Sirbistanê do Çarşemê hikûmeta nû pejirand.
Reuters dide zanîn ku bala hikûmeta nû de li ser binesazîya enerjîyê û endamtîya bo Yekîtîya Ewrupa (YE) be.
Kabîne dê ji alîyê Ana Brnabic ve were bi rêve birin ku wê di dewrên berê de jî serokwezîrî kiriye.
Di kabîneyê de 28 wezîr hene û piranîya wan ji Partîya Pêşketinê ya Sirban (SNS) û hevbendên wê yên sosyalîst in.
Parlaman Sirbîstanê, ku bi 250 kursî ye, bi 157 dengan hikûmeta nû pejirand.
Brnabic di axaftina xwe ya li parlmanê de dîyar kir ku ewê bo pêşdebirina xetên enerjîyê bixebitin û da zanîn ku planên wan 12,1 mîlyar euroyî (12,1 mîlyar dolar) ne.
Wê got ku yek ji planên wan yên sereke jî endamtîya bo YE ye.