Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Bendê ye ku Îro Pirtir Sivîl ji Azovstal Werin Derxistin


Dîmeneke ji derxistina sivîlên ji kargeha pola Azovstal ya li bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî, 1 Nîsan,2022
Dîmeneke ji derxistina sivîlên ji kargeha pola Azovstal ya li bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî, 1 Nîsan,2022

Karbidestên Ukraynî dîyar kir ku ew li bendê ne ku îro Duşemê pirtir sivîl karibin ji bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî derkevin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy di peyameke vîdyoyî ya derengîya Yekşemê ragihand ku zêdetirî 100 sîvîl Yekşemê ji Mariupolê hatine derxistin û ewê îro bigehijin bajarê Zaporizhzhia ku nêzî 200 kîlometre dûrê wir e.

Piştî ku hêzên Rûsî kontrola piranîya Mariupolê girtin, bi sedan sivîl û bi texmînî 2.000 çekdarên Ukraynî li kargeha pola Azovstal di bin dorpeça artêşa Rûsya de asê mane.

Gelek hewildanên berê yên derxistina sivîlan ji heremê bê encam man û Ukrayna artêşa Rûsî bi topbarankirina rêyên valakirinê tawanbar dike.

Zelenskyy herwiha dîyar kir ev cara yekê ye ku li vê heremê agirbesteke du rojan ya rastî pêk tê.

XS
SM
MD
LG