Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî: Li Reqa Ne Sîvîl, lê Çekdarên DAIŞ'ê Hatine Kuştin


Stephen Townsend
Stephen Townsend

Reuters’ê do Sêşemê ragihand ku generalekî Amerîkî yê li Îraqê, ji rojnamevanan re daye zanîn ku hefteya borî, di êrîşeke esmanî ya li nêzî Reqa, ne sîvîl lê bi dehan çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), hefteya borî dîyar kiribû ku di êrîşeke esmanî ya li ser dibistaneke ku kesên bêwar têde diman herî kêm 33 kes hatine kuştin. SOHR’ê gotibû ku ew bawer dikin ku koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike êrîş li dar xistîye.

‘’Ez dikarim bêjim ku me vekolîna wê bûyerê hîn temam nekiriye, lê li gor nirxandinên min yên pêşîyê tiştekî wisa neqewimiye’’ General Stpehan Townsend ji Pentagon’ê bi telekonferansê got.

Townsend bi berdewamî dîyar kir ku li gor jêderên îstîxbaratî, DAIŞ’ê ew dibistan bi kar dianîye û da zanîn ku di êrîşa esmanî de bi qasî 30 çekdarên rêxistina tundrê li wir hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG