Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Nerazîbûna xwe Ser Bûyera Sixurîyê Dîyar Dike


Berdevkê Serokê Rûsya Vladimir Putin, Dmitry Peskov îro Çarşemê li ser bûyera sixurîyê axifî ku karmendê Balyozxaneya Amerîkî ya li Moskowê Ryan Fogle hewil dabû endamekî îstîxbarata Rûsya bike sixurê Amerîka.

Peskov got, karên wiha xizmeta pêwerîya navbera her du alîyan nake.

Ryan Fogle ku sekreterê sêyê yê Balyozxaneya Ameîkî ye, şeva Duşemê ji alîyê Rûsya ve hatibû girtinbû.

Karbidestên Rûs wî tawanbar dikin ku ligel wî gelek dirav, porên derewîn, mîkrofon û hin cîhazên din jî hatine desteser kirin. Televîzyona dewleta ya Rûsî dîmenên girtina Fogle û alavên sixurîyê nîşan dan.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Çarşemê, girêdayî bûyerê, bang li Balyozê Amerîkî li Rûsya Michael McFaul kir ku were ofîsa wî.

Piştî hevdîtinê McFaul ti daxuyanî neda.
XS
SM
MD
LG