Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmend û Sîyasetvan Îdia Dikin ku Hillary Clinton Dê Jinûve Bibe Berbijar


Şêwirmend û sîyasetvan didin zanîn ku Hillary Clinton, ku di hilbijartina seroktîyê ya 2016’an de berbijara Partîya Demokrat bû û li hember Donald Trump têk çûbû, di 2020’an de dê jinûve bibe berbijar.

Yek ji şêwirmendên kevn yê Clinton, Mark Penn û sîyasetvanê Demokrat Andrew Stein, tev derbarê berbijarîya Clinton ji Wall Street Journ re gotarek nivîsandin.

‘’Hillary Clinton dê rêka seroka jin ya pêşî ya welêt de hîn negiheştîye armanca xwe û dijî Trump jî hêrseke wê ya takekesî heye.’’ di gotarê de hat nivîsîn.

Penn û Stein dan zanîn ku Clinton dê bi stratejîyeke nû ya dê Trump têk bibe, vegere.

Xanim Clinton berê îdiayên ser berbijarîyê red kiribûn, lê meha borî li ser pirsekê gotibû ku ‘’Ez dixwazim bibim serok’’

Yek ji şêwirmendên payabilind yên Clinton, Kellyanne Conway, gotara Penn û Stein di Twitterê de bi nota ‘’Xwedêyo, ji kerema xwe, erê’’ belav kir.

Trump dema kempeyna hilbijartinê dîyar kiribû ew dê Clinton biavêje zindanê.

XS
SM
MD
LG