Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Alîkarîya Erebistana Siûdî Dike ku Nefta xwe ji Êrîşên Hûsîyan Biparêze

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku welatê wê dest bi cîbicîkirina peymanekê dike, ji bo ku sektora nefta Siûdîyê ji êrîşên Hûsîyan biparêze.

Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Pascal Confavreux, roja Pêncşemê ev agahî da, lê hûrgilîyên zêdetir eşkere nekirin.

Ev daxuyanî nîşan dide ku Fransa zêdetir dikeve nav parastina navendên enerjîyê yên Siûdîyê, bi taybetî di vê demê de ku êrîşên Hûsîyan li ser wî welatî zêde bûne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron meha borî got: “Eger pêwist bike,” Fransa dê leşker û sîstemên berevanîyê bişîne Siûdîyê. Ev alîkarî ji bo berevanîya bendera Yenbu'ê ya li ser Deryaya Sor e, ku cihekî girîng ê şandina petrol û enerjîyê ye.

Herwiha roja Pêncşemê, Yekîtîya Ewrupayê û welatên Kendavê ragihandin ku wan civîna xwe ya lûtkeyê paşxistîye, ku biryar bû hefteya bê li Erebistana Siûdî çêbibe.

Civata Hevkarîya Kendavê got ku sedema vê yekê berdewamîya gefên Hûsîyan û girtina Firokxaneya Navnetewî ya Şah Xalid e.

Hefteya borî Hûsîyan êrîş kirin ser wê firokxaneyê. Di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Erebistana Siûdî gelek caran rûbirûyî êrîşên li ser cihên neftê û rêyên şandinê bûye, ku ev êrîş ji alîyê Hûsîyên Yemenê ve tên kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG