Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkîyê Peymana Parastina Hevbeş Îmze Kir

SAUDI-DEFENCE/AGREEMENT
SAUDI-DEFENCE/AGREEMENT

Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkîyê îro Înê li Mekayê peymana parastina hevbeş îmze kir.

Di civînê de, wan ragihand ku armanca peymanê berevanîya hevbeş a li dijî êrîşkarên derve ye. Eger êrîşî welatekî bibe, hersê welat dê bersivê bidin.

Di daxuyanîyê de behsa hûrgilîyên peymanê û erkên welatan nehat kirin.

Tenê hat gotin ku armanca peymanê xurtkirina ewlekarîya hevbeş û parastina aramî û aştîya herêmê ye.

Karbidestekî ji Tirkîyê eşkere kir ku ev peyman tenê ji bo berevanîyê ye û li dijî ti dewletê nîne. Welatên din ên herêmê jî dikarin tevli bibin û ev peyman rê li ber peymanên wan ên berê nagire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG