Rêbera neteperwer ya Skotlandê Nicola Sturgeon îro Înê got ku divê welatê wî biryara sibêroja xwe bide.
“Dem hatiye ku Îskoçya bi xwe biryara sibêroja xwe bide. Loma emê di hefteya pêş de dest bi hazirîyên qanûnî bikin ku referandumeke bo serxwebûnê were kirin,” Sturgeon got.
Xanim Sturgeon di axaftina piştî dîyarbûna encamên hilbijartinê de got ku gelê Skotlandî di hilbijartinê de helwesta xwe zelal kir.
“Gelê me dengê xwe bilind kir. Niha dem hatiye ku em bi xwe çarenivîsa xwer dîyar bikin. Hikûmeta me wê di hefteya pêş de pêzanînên berfireh bi bîragiştî re parve bike ku bi awayekî demokratîk referandumeke li ser serxwebûnê pêk bîne.“
Hêjayî gotinê ye ku Partîya Netewî ya Îskoçya ku ji Brîtanya cigêbûnê dixwaze, di hilbijartina parlamana Brîtanî de hejmara kursîyên xwe zêde kirin.
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dijberîya referandumeke din dike, piştî ku Skotlandî di referanduma 2014’an de deng dabûn ku serbixwe nebin.