Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Saxlemîya Sixûrê Jahrkirî, Skripal Baştir Dibe


Ajansa Reuters ji zarê rêvebirên nexweşxanê radigihîne ku sîxûrê berê yê Rûsî, Sergei Skripal nema di rewşa krîtîk de ye û saxlemîya wî baştir dibe.

“Bedena Skripal bersîvdaneke baş ji dermankirina me re dide û rewşa wî baştir dibe û ew ema di rewşa krîtîk de ye,” Christine Blanshard, dîrektora medîkal ya nexweşxaneya Salisbury District Hospital got.

Skripal û keça wî Yulia di 4ê Adarê de li bajarê Salisbury hatibûn jahr kirin û ji hîngê heta niha li nexweşxanê ne.

Polîsên Brîtanî gotibû ku ew bi gazeke asabê hatine jahr kirin ku cara yekê ji hêla Yekîtîya Sovyetê ve hatibû amade kirin.

Rûsya bi tundî red kiribû ku ti peywendîya wê bi xebitandina gaza jahrîn heye.

Piştî ku ji Şerê Duyê yê Cîhanî vir ve, cara yekê ye ku li parzemîna Ewrupa Novichok hat xebitandin.

Hikûmeta Brîtanî Rûsya sûcdar kir û welatên Rojavayî pirtir jî 100 dîplomatên Rûsî dersînor kirin.

XS
SM
MD
LG