Lînkên eksesibilîtî

Welatê Slovakya biryar da ku, leşkerên xwe bişîne Îraqê bo rahênan û perwerdeya leşkerê Îraqê di çarçova hevpeymaniya NATO de.

Wezîrê berevaniya Slovakya roja Çarşemê da zanîn ku, hikûmetê şandina leşkeran bo Îraqê erê kirîye.

Peter Gajdos wezîrê berevaniya Slovaky ji Bratislava ragihand ku, li gûr plana hikûmetê, dê 25 leşkerên Slovakî bo Îraqê hêne şandin daku, beşdariyê di pûçkirina mînan de bikin û hêzên ewlekarîya Îraqê li ser çekê Îraqê yê ji dema yekêtiya Soveyetê berê mane, perwerde bikin û çareseriyê bo wî çekî bibînin.

Tê texmîn kirin ku, leşkerên Slovakî 30 vê mehê dê bigehin îraqê û bo maweyê salekê dê li wî welatî bimînin, lê leşker beşdariyê di şer û pevçûnan de nakin.

Berî leşker bo Îraqê bên şandin pêwîstî bi erê kirina parlamenê jî heye, yê ku, piraniya endamên wê ji partiyên hevpeymaniya desthilatdar in, ya ku, ji aliyê serokwezîr Robert Fico ve tê birêve birin.

XS
SM
MD
LG