Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima Serdana Muzexaneyên Smithsonian li Washington Bê Pere Ye?


Navenda Muzexaneyên Smithsonian li Washington
Navenda Muzexaneyên Smithsonian li Washington

Wêneyeke giştî li ser paytexta Amerîka, Washington, hatiye zanîn weku navnedeke serekî ya biryarên siyasî yên navnetewî. Ev rast e, lê belê gelek alîyên din yên vî bajarî hene ku bi rîya muzexaneyên rengereng wêneyeke balkêş derbarê huner, çand, zanîst û dîroka Amerîkayê didin pêş.

Saziya Smithsonian li Washington yek ji mezintrîn rêza muzexaneyan li cîhanê ku ku 21 muzexane û baxçeyekî ajalan di bin sîwana wê de cih digirin.

Ev sazî sala 1846'an bi piştgiriya zanayê Brîtanî James Smithson hate damezrandin, bi mebesta berfirhekirina zanîst, xwendin û hunerê di nav civaka Amerîkî de. Wî dixwest ku ev cih di bin navê Saziya Smithsonian de were binav kirin.

Smithsonian derîyên hemû muzexaneyên xwe belaş, anku bê pere, ji mêvanan re vedike. Lê gelo çima serdana van muzexaneyan bê beramber e?

Piştî damezrandina Smithsonian, hikûmeta federal ya Amerîkî bi fermî xwe da ber dana budceya vê saziyê, ku bi qasî 62% ji hêla federalî ve tê fînanse kirin.

Wekî din, 38% yê mayî ji aliyê saziyê bi xwe ve tê peydakirin, bi alîkariyên xwebexşî ji mirovan, sazî, kompanî û endamên wê. Herwiha, çapkirin û belavkirina katalog, kovar, pûlikên postê û hin çalakiyên din dibin jêdereke diravî bo saziyê.

Xercîya federal ya Smithsonian ji bo budceya (2023–2024) zêdetirî yek milyar dolar e.

Hêjayî gotinê ye ku hinek ji muzexaneyên Smithsonian li bajarê New Yorkê

Yek ji muzexaneyên Smithsonian li Washington.
Yek ji muzexaneyên Smithsonian li Washington.

Muzexaneyên Saziya Smithsonian ev in:

Anacostia Community Museum
Arts and Industries Building
Cooper Hewitt, Smithsonian Design Museum (New York City)
Hirshhorn Museum and Sculpture Garden
National Air and Space Museum
National Air and Space Museum’s Steven F. Udvar-Hazy Center (Chantilly, Virginia)
National Museum of African American History and Culture
National Museum of African Art
National Museum of American History
National Museum of Asian Art (Arthur M. Sackler Gallery and the Freer Gallery of Art)
National Museum of the American Indian
National Museum of the American Indian’s George Gustav Heye Center (New York City)
National Museum of the American Latino*
National Museum of Natural History
National Portrait Gallery
National Postal Museum
Renwick Gallery
Smithsonian American Art Museum
Smithsonian American Women’s History Museum*
Smithsonian Institution Building (“Castle”)

*Muzexaneyên Nû: Ev muzexane hîn nehatine avakirin. Kongreyê di dawîya Kanûna 2020'an de yaseyek pejirand ku du muzexaneyên nû li Smithsonian zêde bike: Muzexaneya Neteweyî ya Latiniyên Amerîkî û Muzexaneya Dîroka Jinan ya Amerîkî.

Dîmeneke Meydana Niştimanî (National Mall) li Washington ku çend muzexaneyên Smithsonian wir in.
Dîmeneke Meydana Niştimanî (National Mall) li Washington ku çend muzexaneyên Smithsonian wir in.

Xebat û Berhemên Smithsonian

Hejmara giştî ya berhemên ku di nav vê saziyê de ne gihiştiye nêzîkî 157 mîlyon berhemên cuda, di warê zanistî, dîrokî û hunerî de.

Peywendiyên Smithsonian bi piraniya muzexane, saziyên perwerdehiyê li seranserê Amerîka hene, bi mebesta alîkariyê û dana zanistî ji xelkên Amerîkî re.

Li her wîyaleteke Amerîkî nêzîkî 200 sazî hene ku peywendiyên wan bi Simthsonian heye bo wergirtina agahiyên zanistî, hunerî û dîrokî.

Tîma Karûbarê Pêşangehên Rêwîtiyê ya Saziya Smithsonian (SITES) her sal nêzîkî 40 pêşangehên hunerî, dîrokî û zanistê li seranserê Amerîka lidar dixîne.

Ji bilê van çalakiyan , Smithsonian rê dide lêkolînerên zanistî ku sûdê ji arşîv û daneyên wê bike û piştgiriyan wan dike li hemû navendên xwe li Amerîka.

Ji aliyekî din ve, Smithsonian rê dide her kesekî li seranserî cîhanê serdana malpera wê ya fermî bike www.si.edu ,û bi şêwazekî dicîtal li berhmên wê temaşa bike yan jî agahî, zanîn û erşîfa wî jî bikar bîne.

Wekî din Smithsonian hebûna xwe li seranserê platformên medyaya civakî yên ku herî zêde têne bikaranîn heye, wek Facebook, Twitter, Instagram û YouTube.

XS
SM
MD
LG