Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington û Gelek Bajarên Amerîkî Bin Berfê de Ne


Barîna berfeke xurt jîyana rûniştvanên li rojhilata Amerîkî asteng dike xwe û karbidest bang li hemwelatîyan dikin ku ku mecburî nebe, ji malên xwe dernekevin.

Pisporên hawayê dibêjin, bahoza pêşbînkirî herî kêm li 15 eyaletan bê dîtin û li deverên metropol yên Washington, D.C., Baltimore û New York îhtîmala bahozeke dîrokî heye.

Li gor hewazanan navbera 30 û 90 santîmetre berf wê bibare û karbidest hemwelatîyan hişyar dikin ku bayên hêzdar yên wêrankar jî hebin û îhtîmala cemidîn û lehî li deverên nêzîkî deryayê jî heye.

Wek tedbîrên bahozê, do Pêncşemê xwê li gelek rêyên girîng hatin reşandin û rûniştvanan jî herikîn firoşgehan ku pêdivîyên xwe yên wek xwarin, xwêya cemidandina berfê bo wan du rojan peyda bikin.

Jiber bahoza berfê û bayên xurt, li paytaxt Washington sîstema metro, ku alava serekî ya hatin-çûyînê ye, wê girtî bimîne.

XS
SM
MD
LG