Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdilhelîm: Beşdarnebûna Rikeberiya Sûrî li Soçî Dê Bandorê li Danûstendinên Aştiyê Bike


Piraniya grûbên rikeberîya rejîma Sûrî helwesta xwe ya derbarê civîna Soçî de ragîhandin, wan dan zanîn ku ew naçin û amade nabin, ji ber rola Rûsya ya neyînî di pêvajoya aştiyê de li Sûriyê.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Ebdilhelîm Sulêman re kir, da hin karvedanên vê helwestê li ser asta siyasî ron û zelal bike.

Birêz Ebdilhelîm dibêje, rikebriya Sûrî nikara guhertinan di asta navnetewî de pêk bîne, lê dikare xwedî bandor be di danûstendian de.

Herwisa derbarê helwesta siyasî ya kurdên Sûriyê û civîna Soçî de, birêz Ebdilhelîm dibêje: Helwesta Kurdan ne yeke, ji ber ku beşek jê bi rikberiyê re girêdayî ye û ta niha helwesta xwe zelal nekirye, aliyê din jî li gûr hin mercan ne li dijî civînê ne.

Hevpeyvîna Ebdilhelîm Sulêman Ebdilhelîm -12-27-2017-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:59 0:00

XS
SM
MD
LG