Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Dehemîn Ya Danûstendinên Ser Sûriyê li Sochi


Arşîv: Beşek ji danûstendinên berî niha li Astana derbarê pirsgirêkên li Sûriyê.
Arşîv: Beşek ji danûstendinên berî niha li Astana derbarê pirsgirêkên li Sûriyê.

Duşemê gera 10an ya danûstendinên derbarê pirsgirêkên li Sûriyê, li bajarê Sochi yê Rûsî di navbera şanda hikûmeta Dîmeşq û şanda opozisyonê de hat destpêkirin.

Civînan tekez li ser "şerê li dij terorê û rewşa mirovahî kir piştî guherînên vê dawiyê li Sûriyê", herwiha sohbet li ser "pirsa vegera penaberan" jî, hat kirin.

Di civînan de şanderê taybet yê Netewên Yekbûyî, Staffan de Mistura û nûnerê komîsariya Netewên Yekbûyî yên pirsên penabertiyê amade bûbûn.

Li aliyekî din, ji nava Sûriyê hat ragihandin ku hêzên rejîma Şamê, herêmên li jêr kontrola çekdarên DAIŞ'ê yên li herêma Yermok mane li kerta rojava ya gundên Daria bombebaran dike û şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketin, hejmara kuştiyên DAIŞ"ê gihaye 256 kesan, herwiha di şerê herdu aliyan de, hejmarek ji leşkerê Sûrî jî hatine kuştin.

Ji Beirut hat ragihandin ku çekdarên DAIŞ'ê hejmarek ji welatiyên Durzî li Sweida revandine, kesên hatîne revandin, jin û zarok in, hin çavkanî dibêjin hejmara kesên revandî 36 kes in.

XS
SM
MD
LG