Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanîyên Erdogan li Dijî Rêvebirîya Biden Berî Civîna Soçî


Dr. Serbest Nebî, Şirovekar Û Pisporê Pirsên Rojhilata Navîn

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojên borî de bi tundî serokê Amerîka Joe Biden û rêveberiya wî rexne kirin, Erdogan piştî beşdarbûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê ji rojnamevana re axivî.

Erdogan ragihand ku peywendîyên Tirkîyê bi Amerîka re ne başin û divê Washington mijarên ser kirîna Enqerê ya sîstemên parastinê yên Rûsî S-400'an "çareser bike".

Erdogan eşkere kir ku têkiliyên Tirkiyê bi rêveberiya serokê Amerîka Joe biden re destpêkek nebaşe.

"Ez dûr nabînim ku Biden dixwaze heta hilbijartinên dahatî yên Tirkiyê Erdogan lawaz bike."
Dr. Serbest Nebî, Şirovekarê Siyasî


Dema ku Erdogan amadekariyên beşdarîya civîna dualî ya bi serokê Rûsya Vladimir Putin re dikirin, firokên Rûsî bo cara yekê piştî li hevhatinên Astana êrîşî gundewarên Efrînê kirin.

Çima berî civîna Soçî Rûsya êrîşî herêma Efrînê dike, bi van êrîşan Rûsya dixwaze çi peyam ji Tirkiyê re bişîne, herwiha çima Erdogan weha bi tundî Biden û rêveberiya wî rexne dikie?

Erdogan wê li Soçî çi bidest bixe, civîna ku dê roja Çarşemê 29ê vê mehê di navbera serokan de çê bibe, dê çi çareserî bo şerê navxweyê dehan salan li Sûriyê bîne?

Hest û Helwest ev mijar bi Dr. Serbest Nebî, pisporê pirsên Rojhilata Navîn re gotûbêj kir.

"Civîna Soçî dê civîna tenazulatan-tawîzan be- ya Erdogan ji bo Putin."
Dr. Serbest Nebî, Şirovekarê Siyasî


Dr. Serbest ku şarezayê pirsên Tirkiyê û Sûryê ye jî, derbarê rexneyên tund yên Erdogan li rêveberiya Biden got "Tundî û qelebalixa daxuyanên Erdogan li dij Amerîka ji bê hêvîyatiya wê tê ku hîç nikarîbû qenaatê bi Amerîka re bîne, ku lempa sewz bide Tirkiyê da ku hêrîşî ser herêmên kurdan bike."

Derbarê helwesta Amerîka li hember Erdogan, bi taybet di dema rêveberiya nû ya Amerîka de bi serokatiya Joe Biden, Dr. Serbest got "Amerîka ji timûhatên Erdogan ditirse."

"Dê bê hêviyatiya Erdogan ji Putin, ne kêmtir be ji bê hêviyatiya wî ji Biden."
Dr. Serbest Nebî, Şirovekarê Siyasî

Wî dîsan got "Ez dûr nabînim ku Biden dixwaze heta hilbijartinên dahatî yên Tirkiyê Erdogan lawaz bike."

Dr. Serbest li ser pêşbîniyên derbarê civîna dualî ya Soçî di navbera Erdogan û Putin de rawestiya û got "Dê bê hêviyatiya Erdogan ji Putin ne kêmtir be ji bê hêviyatiya wî ji Biden."

Serbest da zanîn ku, Erdogan ji civîna Soçî dê tiştekî bidest nexe û go "Civîna Soçî dê civîna tenazulatan-tawîzan be- ya Erdogan ji bo Putin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:04 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG