Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harvard: Medya Civakî 11 Mîlyar Dolar ji Bikaranîna Reklaman ji Aliyê Zarokan ve Qezenc Kiriye


Wisconsin Social Media
Wisconsin Social Media

Zanîngeha Harvard roja Çarşemê lêkolînek belav kir tê de diyar dike ku di sala par de kompaniyên medyaya civakî bi giştî zêdetirî 11 mîlyar dolar li Amerîka ji bikaranînan reklamên xwe ji aliyê zarokan ve qezenc kirine.

Lêkoler dibêjin ku li gor encaman, pêwîstî bi maytêkirina hikûmetê heye ji bo kontrolkirina kompaniyên medyaya civakî. Heta nuha ew pereyan ji reklaman li ser platformên xwe ji aliyê zarokan ve qezenc dikin, bê sînordarî û kontrolkirin.

Lêkolîna Harvard destnîşan dike ku bi sînordarkirina medyaya civakî bi vî awayî û her weha zêdekirina zelalîya zanistî wê alîkariyeke mezin bike ku bandora neyînî ya van reklaman li ser tenduristiya derûnî ya ciwan û zarokan sivik bike. Ew dê herwiha parastina wan ji reklamên xerab û bi ziyan bikin.

Ji bo ku bigihîjin hejmara dahatê, lêkoleran pala xwe dan bingeha daneyên Serjimêriya Amerîka û daneyên ji Common Sense Media di sala 2022'an û yên Pew Research de, da ku bizanin ka çend kes Facebook, Instagram, Snapchat, TikTok, X (berê Twitter) û YouTube bikartînin, ewên ku temenê wan jêr 18 salî ye.

Li gor lêkolîna Harvard, YouTube dahata reklamê ya herî mezin ji bikarhênerên 12 salî û jêr (959,1 mîlyon dolar) wergirtiye, li dû wê Instagram bi 801,1 mîlyon dolar û Facebook jî bi 137,2 mîlyon dolar tê.

Instagram, di heman demê de, dahata reklamê ya herî mezin ji bikarhênerên 13-17 salî (4 mîlyar dolar) werdigire. Li peyê wê TikTok (2 mîlyar dolar) û YouTube jî bi 1,2 mîlyar dolar di rêza sêyem de tê.

Lêkoler herwiha texmîn dikin ku Snapchat pereyê herî mezin ya dahata reklama xwe ya giştî ya sala 2022'an ji bikarhênerên di bin 18 salî de (41%), li dû wê TikTok (35%), YouTube (27%) û Instagram (16%).

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG