Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina 14 Çekdarên Girêdayî Îranê li Sûriyê


14 çekdarên girêdayî komara Îslamî ya Îranê ku piraniya wan welatiyên Îraqî ne, li Sûriyê di êrîşên esmanî de li herêma Albu Kamal ya nêzî sinorê Îraqî û Sûriyê hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov "SOHR", di daxuyaniyekê da daye weşandin ku "Dibe firokên cengê yên Îsraîlê bin, şeva Şemiyê direng ew êrîş encam dabin."

Derbarê bûyerê peyvdarê leşkerê Îsraîlê tenê dibêje"Em ti têbîniyan li ser raportên mediya biyanî nadîn."

Çavdêrîya Sûrî SOHR ku bingeha wê ya sereke li Londonê dimîne dibêje, firokên cengê 10 caran pitir bingehên milîtanên girêdayî Îranê li herêma Albu Kamal bombaran kirîne, ku dikeve herêma Dêrezor ya li ser sinorê Îraq Û Sûriyê.

SOHR herwiha dide zanîn ku "Ji encama wan êrîşan herî kêm 8 çekdarên Îraqî û 6 yên Afganî hatine kuştin, êrîşên esmanî 2 bingehên wan çekdaran wêran kirine, maşîne û alavên wan yên leşkerî jî têkşkandine."

Herêmên di navbera herdu bajarên Albu Kamal û Meyadîn de li Dêrezorê li jêr kontrola çekdarên Îranê dane, çekdarên ku li wêderê dimînin û girêdayî Îranê ne li kêleka hêzên leşkerên hikûmeta Sûriyê şer dikin.

Ev ne cara yekê ye herêma Dêrezor dibe armanca êrîşên esmanî, her carê êrîş pêkhat be, tiliya êrîşê bo Îsraîlê tê dirêj kirin, lê piştrast kirina wan êrîşan ne sanahîye, jiber ku mediya fermî ya hikûmeta Sûrî behis nake û Îsraîl jî rê nade bihê behis kirin.

Di çend salên dawiyê da, Îsraîlê pêkanîna êrîşên ser sûriyê zêde kirine, bi giştî bingehên leşkerên Sûrî û çekdarên Îraqî yê girêdayî Îranê û endamên Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê bombebaran dikin.

Kêm caran Îsraîl dide zanîn ku wan êrîş pêkanîne, lê her tim dibêje"Ewê berhingarî hemû hewildanên Îranê rawestin yê ku hewil dide hebûna xwe li Sûriyê bihêz bike."

Li sala 2011ê û vir de, Sûriya di nava kirîzek xûnî daye, herî kêm heta niha 380,000 kes hatine kuştin û ziyanek mezin gihaye jêrxana wî welatî, milyona kes jî di nava welat da derbider bûne û li derveyî welat bûne penaber.

XS
SM
MD
LG