Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka li Reqa Fermandarekî Payabilind yê DAIŞ'ê Kuşt


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku droneke koalasîyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka endamekî payabilind yê Dewleta Îslamî (DAIŞ) kuştiye.

SOHR’ê dîyar kir ku endamê payabilind Mihemd El-Jadou li El-Rasaf ya herêmê Reqa di maşîneyê de hatiye kuştin.

Li gor ragihandina SOHR’ê, hêzên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka di vê sala nû ya 2025’an de cara pêşî êrîşeke bi vî rengî li dar dixin.

Êrîşa koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka nîşan dide ku fikarên ser gurbûna DAIŞ’ê didomin û opeasyonên dijî endam û fermandarên wê dewam dikin.

Agahîyên SOHR’ê raber dikin ku DAIŞ’ê sala 2024’an li herêmên di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de û li herêmên çolî yên Sûrîyê bi qasî 500 operasyon li dar xistine û 750 sîvîl û şervan kuştine.

Sala 2024’an di operasyonên dijî DAIŞ’ê de 117 endam û fermandarên wê hatine kuştin.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG