Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Ji Kampa Hol 150 Malbatên Endamên DAIŞ'ê Derketin


(arşîv)
(arşîv)

150 malbatên endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji kampa El-Hol ya Hesekê derketin û ber bi Îraqê ve bi rê ketin.

Aktîvîstên Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku helîkopterên koalîsyona navneteweyî li ser herêmê firîne.

Çaverê bû pirtir malbat ji kampa El-Hol derketana, lê wan jiber ewlekarîyê derketina ji kampê red kir.

Derketina malbatên din di vê demê de ye karbidestên Îraqî hewil didin ku rêkên vegera dildar hêsan dikin.

Jêderên SOHR’ê 23’ê Sibatê dabû zanîn ku 167 malbatên endamên DAIŞ’ê, ku bi qasî 618 kes bûn, ji El-Holê ber bi Îraqê bi rê ketine.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG