Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku hêzên Tirk û komên bi piştgirîya wan li gundên li herêma Hesekê êrîşan li dar dixin.
SOHR’ê dîyar kir ku hêzên Tirk û komên bi piştgirîya wan bi gule û topên kujer êrîş birine ser Um El-Xêr, El-Esadî û Tilharmalê.
Li gor ragihandina SOHR’ê komên piştgirîya Tirkîyê li nêzî Ebu Rasîn ya li bakurê Hesekê guleyên kujer avêtine ser benzîngehekê.
SOHR’ê îro serê jî dîyar kiribû ku hêzên Tirkan û komên bi piştgirîya wan li El-Şaer ya li bakurê Hesekê bi top û guleyên kujer êrîşan li dar dixin.
Ser wan êrîşên li herêma Hesekê hîn ti kuştin nehatiye ragihandin.
Hêzên Tirk di rojên borî de li bakurê Sûrîyê jimareke êrîşên esmanî li dar xistibûn û êrîşên dawî yên bi top û guleyên ne êrîşên pêşî yên piştî wan êrîşên esmanî ne.
Jêderên SOHR’ê 9’ê Çileyê jî dîyar kiribû ku hêzên Tirk û komên bi piştgirîya wan li rojavayê bakurê Hesekê bi top û guleyan êrîşan dibin ser enîyan.
Jêder: SOHR