Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Çarşemê ragihand ku hêzên Tirk êrîşên xwe yên li dora Bendava Tişrînê û Kobanê didomînin.
SOHR’ê dîyar kir ku hêzên Tirk li dora Bendava Tişrînê bi topan êrîş birine ser binesazîyê.
Li gor ragihandina SOHR’ê firokên cengê yên Tirkîyê du êrîşên esmanî birine ser Çiyayên El Qasaq yên nêzî Kobanê.
Ji alîyê din ve Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî li nêzî Pira Qereqozaqê êrîş birin ser Artêşa Neteweyî ya bi piştgirîya Tirkîyê.
Ser encamên êrîşên her du alîyên ti kuştin nehat ragihandin.
HSD’ê do Sêşemê li nêzî enîyên Deyr Hafer ya Helebê 2 çekdarên Artêşa Netweyî kuştibûn û 1 jî birîndar kiribû.
Jêder: SOHR