Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov "SOHR" ku bingeha wê li Brîtanya dimîne û çavdêr û endamên wê li herêmên cûda yên Sûriyê hene dide zanîn ku "bi fermana fermandarên xwe" çekdarên milîtan yên Îranî li Sûriyê xortan û zilaman yên xwecihên bajarên weke Meyadîn û Albukamal û herêmên din yên Dêrezorê seferber dike û wan dişîne herêmên parêzgeha Reqa yên li jêr kontrola rejîma Sûrî dane da ku xanî, zevî û dikanan û ciyên bazirganî bikirin li wan herêman.
SOHR di raporta xwe de dibêje"Wan milîtanan heman tişt li Xûte ya Rojhilat û ya Rojava kir dema ku xwecihên herêmî yên Dêrerzorê seferber kirîn û hinartîne wan herêman dikan, xanî û milk kirîn."
Çavdêriya Sûrî daye diyar kirin ku "Yên hatine seferber kirin" ji destpêka vê mehê û heta amadekirina vê raportê karîne "78 milkan bikirin, di nav de xanî, mal û zevî, bi taybet li Mîdan û bajarokên din û li gundên girîdayî Reqa, wan bihayê wan milkan yekser daye bê ku bazariyê bikin û xwediyên ofîsên kirîn û firotina milkan aghedar kirine ku wan bi her delvîke firotinê hebe hişyar bikin."
Çavdêriya Sûrî di meha Hezîrana borî di raporteke xwe de îşaret pê dabû ku "çalakiyên kirîna milkan li bajarê Mûidamiye Al-Şam bajarê ku berî çend salan xelkê wê koçber bûye û çûne herêmên Xûta rojava û dewrûberên wê, ji aliyê xelk û bazirganên Dêrezorê ve hatine kirîn bi fermana rasterast ya milîtanên Îranî yên ku nansnama wan ne Sûrî ye."
Herwiha SOHR di raporteke xwe de ya meha Yek ya îsal eşkere kirbû ku hin efserên Heres Sewrî – Zêrevanên Şorişê çend gerên çavdêriyan di bingehên leşkerî de bo maweyê 3 rojan di Xûta Dîmeşq ya Rojhilat de encam dabûn.
Çavdêrîya Sûrî di raporta xwe de eşkere kirbû ku ew efser dîsan çûbûn firokxaneya Merec Sûltan û ketîbeya Berevaniya Esmanî ya li Efteris û ketîbeya avakirina firokxaneya leşkerî ya li Bêt Nayîm.
Kenalê Alhurre yê Amerîkî ku weşana xwe li bo Rojihilata Navîn li Virginia dide weşandin ev raporta SOHR û ajansan weşandiye.
Çavkanî: SOHR, Ajans Û Alhurre