Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Vê Heftê 42 Kes Di Êrîşên Îsraîlê de Hatin Kuştin Li Sûriyê


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got di encama pêla êrîşên esmanî ya Îsraîlê de li Sûriyê 42 kesan jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriyê îro Şemiyê got jimara kuştiyên êrîşên roja Pênşemê 27 kes bûn, di nav de bi kêmanî 11 Îranî û 6 serbazên Sûrî bûn.

Di êrîşên nêzîkî Dîmeşqa paytext de roja Çarşemê, çavdêriyê got bi kêmanî 15 kes hatin kuştin di nav de 8 Îranî bûn.

Sûriyê Îsraîl tawanbar dike li dor êrîşên nêzîkî Dîmeşqê. Îsraîlê got êrîşên wê yên roja Pênşemê ew bersiva pêla rokêtên Îranê bûn li ser hin bongehên wê li Girên Colanê.

XS
SM
MD
LG