Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku 34 kes di êrîşên esmanî yên Rûsî de li rojhilata Dêrezorê hatine kuştin.
SOHR dide zanîn ku êrîşên esmanî li ser gundekî bin kontrola DAIŞ’ê hatine kirin û 15 ji zarok jî di nav qurbanîyan de ne.
SOHR’ê dîyar kir ku gundê El-Şafah ya rojhilata Çemê Firatê di demên zûtir ya îro de bû armanca êrşên esmanî yên Rûsî.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Rûsya hevalbendeke nêzîk ya Serokê Sûrî Beşar Esad e û ew di Îlona 2015’an de dest bi piştgirîya leşkerî ya rejîma Sûrî kir û roleke girîng di serketinên Şamê yên dijî serhildayan de lîst.