Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: jiber Êrîşan Pirtir ji 30,000 Kes Neçar Man ji Efrînê Derketin


Di Êrîşên Ser Bajarê Efrînê de Zarok jî Nav de Sîvîl Tên Kuştin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama operasyona Tirkîyê ya kontrolkirina bajarê Efrînê de, 30,000 sîvîl îro Pêncşemê neçar man ku ji navenda bajêr derkevin.

"Pirtir ji 30,000 kes di encama bombardimana Tirkîyê ya ser Efrînê de, ji roja Çarşemê vir ve neçar dibin ji navenda bajêr derkevin. Ew çûn herêmên bin kontrola rejîmê û gundên li dervayê Efrînê yên bin kontrola YPG’ê." SOHR got.

Nûçegîhanê AFP’ê yê li hindurê Efrînê ragihand ku bi sedan malbat bi qamyon û traktoran hewil didin ku ji ser teka rêka vekirî, ji Efrînê derkevin.

“Yên ku mane li pêş fîrin û firoşgehan dorên dirêj pêk tînin ku nan û pêdîvîyên din yên bingehîn peyda bikin,” nûçegîhanê AFP’ê bi berdewamî ragihand.

XS
SM
MD
LG