Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşeke DAIŞ' ’ê de Herî Kêm 7 Leşkerên Sûrî li Dêrezorê Hatin Kuştin


Hêzên artêşa Sûrî li Dêrezorê
Hêzên artêşa Sûrî li Dêrezorê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşeke Dewleta Îslamê (DAIŞ) ya dijî xaleke artêşa Sûrî de, herî kêm 7 leşker li Dêrezorê hatine kuştin.

SOHR da zanîn ku piştî DAIŞ’ê kontrola Dêrezorê hinda kir, cara yekê ye ku çekdarên wê rêxistina tundrê karîne ku xwe bigehînin ewqas nêzîkî bingeha esmanî ya li wî bajarî.

SOHR dîyar kir ku êrîş li nêzî qadên petrolê yên li Taim qewimîn.

Mihemed Hesen, kordînatorê ragihandinê yê malpera Dêrezor 24 ya bizavkaran jî îdia kir ku di êrîşê de, bi kêmî ve 12 leşker û 5 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG