Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: 7 Kesên li Efrînê bi Peqîna Mayinekê Jîyana Xwe ji Dest Dan


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Efrînê bi peqîna mayinekê ji malbatekê 7 kes jîyana xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkîyê û hin komên Artêşa Azad ya Sûrîyê di 20’ê Çileyê de dest bi operasyona dijî Efrînê kiribûn û di 18’ê Adarê de kontrola wî bajarî bi dest xistibûn.

SOHR’ê herwiha da za nîn ku li hêzên hikûmeta Sûrîyê li rojavayê Helebê êrîş pêk anîne, hin avahî jiber van êrîşan hilweşîyane lê derbarê kuştî û birîndaran ti agahî negihaştîye ber destê wan.

XS
SM
MD
LG