Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Şer li Gutaya Rojhilat Giran Bûye


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku li Gutaya Rojhilat ya Sûrîyê pevçûnên gur jinûve destpê kirine.

Roja Înê li herêma Gutaya Rojhilat agirbest hatibû ragihandin.

SOHR’ê dîyar kir ku piştî êrîşa hin çekdarên wek ‘’cîhadî’’ tên nas kirin, peqînên mezin û êrîşên esmanî pêk hatine.

SOHR’ê da zanîn piştî agirbestê jî hêzên girêdayî Esad bi dehan top û roket avêtine herêma Gutaya Rojhilat.

Hizbullah, ku piştgirîyê dide Artêşa Sûrîyê, dîyar kir ku leşkerên Sûrîyê êrîşên çekdarên cîhadî pûç kirine.

Şamê roja Înê ser agirbestê ti daxuyanîya fermî nedabû.

Gutaya Rojhilat di destê opozîsyona Sûrîyê de ye û dorpêçkirî ye. Li wê herêmê 400,000 kes dijîn û bo wan pêdivivîyên derman û xwarinê ro bi ro zêde dibin.

XS
SM
MD
LG