Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îdia kir ku bi Heyet Tahrîr Şam re, ku peywendîyên wê bi El Qaydê re hene û 60 ji sedê Îdlibê di bin kontrola wê de ye, ser belavbûna wê danûstandin têne kirin.
Berpirsê SOHR’ê Ramî Abdul Rahman ji AFP’ê re da zanîn ku ‘’danûstandin Tirkîyê û Heyet Tahrîr Şam didomin’’
Abdul Rahman dîyar kir ku Rûsya dide zanîn ku bo operasyoneke berfireh neyê kirin divê tifaqa Heyet Tahrîr Şam ji hev belav be.
Abdul Rahman da zanîn ku destpêka operasyonê girêdayî serketin yan têkçûna danûstandinan e.
Ajansa Ibaa, ku wek ajansa propaganda ya Heyet Tahrîr Şam tê zanîn, dîyar kir ku tifaq dikare di nav xwe de belavbûnê nîqaş bike û hêzên herêmî û yên derve nikarin bi zorê vê yekê kirin bidin.