Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Tirkîye Hin Hêzên Nû Dişîne Îdlibê


Aktîvîstên li Îdlibê dîyar dikin ku Tirkîye bo navendên çavderîyê yên leşkerî yên li herêmê xurt bike, hin hêzên nû şandine wir.

Şandina hêzên nû, piştî ku rejîmê û Rûsya başûrê Îdlibê bombebaran kir, pêk hat.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku konvoyeke Tirk ji Kfar Lusînê derbazî Îdlibê bûye.

Di dîmenan de, ku ji alîyê aktîvîstan ve hatine girtin, maşîneyên bi zirx jî xuya dibin.

Li Îdlibê 12 navendên çavdêrîyê yên Tirkîyê hene û li wir bi sedan leşker dimînin.

Tirkîyê, navendên çavdêrîyê piştî peymana bi Rûsya û Îranê re ava kiribûn.

XS
SM
MD
LG