Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Cîhadî Çekên Giran ji Îdlibê Derdixin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku baskê berê ya El Qaydê li Sûrîyê, sîlahên giran ji herêma ewle ya lihevkirî li Îdlibê vekişandin.

“Heyet Tahrîr el-Şam û cîhadîyên din yên kêmbandor çekên xwe ji deverên fireh yên herêma ewle derxistin,"serokê SOHRê Ramî Abdul Rahman got.

Wî bal kişand ku Heyet Tahrîr el-Şam heta niha li ser vekişandina bêdeng ku du roj berê destpê kiriye, ti daxuyanî nedaye.

"Ta niha sîlahên giran ji bakurê Hama û rojhilata Îdlibê li herêma ewle ya pêşnîyarkirî hatin derxistin, Rahman bi berdewamî got.

Piştevana rejîma Sûrî, Rûsya û piştgira komên çekdar yên dijî Esad meha borî peymanek îmza kiribû ku herêmeke ewle ya bêleşer ava bikin ku firehîya wê 15 heta 20 kîlometre be û li dora Îdlibê bizivire.

Li gor peymana Rûsya û Tirkîyê divê çekên giran heta Çarşemê ji wê herêmê werin vekişandin û komên radîkal jî ta 15’ê Cotmehê ji wir werin derxistin.

XS
SM
MD
LG