Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Îdlibê Kuştina Sîvîlan Didome


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşên esmanî yên rejîmê de bi kêmî ve 17 sîvîl hatine kuştin.

Berpirsê SOHR’ê Ramî Abduldrahman da zanîn ku di nav kuştîyan de 5 zarok jî hene.

Li gor agahîyên SOHR’ê dane ji kuştîyan 9 kes di avahîyeke bi êrîşa esmanî hilweşîyaye de jîyana xwe ji dest dane.

SOHR dide zanîn ku roja Duşemê li başûrê Îdlibê pirtirê 100 êrîşên esmanî li dar ketine.

XS
SM
MD
LG