Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Pevçûnên li Herêma Îdlibê Jinûve Gur Dibin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di pevçûnên dawî yên li herêma Îdlibê de pirtirê 60 kes hatine kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û komên girêdayî El Qaydê de çêbûne.

Li gor daneyên SOHR’ê, 23 leşkerên rejîmê di pevçûnan de hatine kuştin.

Jêderên herêmî radigihînin ku pevçûn bi taybetî li herêma Mare El Numan çêbûne û firokên Rûs jî êrîşên esmanî li dar xistine.

Li Îdlibê bi qasî 3,000,000 kes dijîn. Jiber pevçûnên di meha Nîsanê de 400,000 kes ji wê herêmê derketibûn.

Moskowê di Tebaxê dabû zanîn ku li herêma Îdlibê agirbest hatiye ragihandin, lê pevçûn didomin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Sêşemê êrîşên esmanî û yên bi topan, ku jiber wan 23 sîvîl hatibûn kuştin, şermezar kiribûn.

XS
SM
MD
LG