Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: DAIŞ'ê Nav 11 Mehên Borî de 464 Kes li Sûrîyê Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê radigihîne ku endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) di nav 11 mehên borî de, anku ji ragihandina "xîlefetê" vir ve, 464 kes li herêmên bin kontrola xwe li Sûrîyê kuştine kuştine.

SOHR dide zanîn ku li Raqqa, Derezor, Hesekê, Hums, Heleb û Reef Dimeşq 149 sîvîl (14 zarok, 13 jin) ji alîyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin.

Di nav kesên ku hatine kuştin de 13 şervanên DAIŞ'ê û 296 leşkerên rejîma Esad jî hene.

SOHR balê dikşîne ku kesên kuştî, bi tawanên wek biçûkkirina Xudê, sixurîya ji rejîma Esad re, îxanet, çerkirin û xwepêşandana dijî “xilafet” hatine înfaz kirin.

SOHR dibêje, bi bawerîya wê hejmara rastîn ya qurbanîyên DAIŞ'ê pirtir e, jiber ku gelek kes hinda ne û gelekên din jî hîn jî li zindanên wê koma tundrê ne.

XS
SM
MD
LG