Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Heta Niha 465,000 Kes di Şerê Sûrîyê de Hatine Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê radigihîne ku di şerê navxweyî yê Sûrî de heta niha 465,000 kes hatine kuştin yan hinda kirin.

SOHRê da zanîn ku ew ji destpêbûna şer vir ve mirina pirtir jî 321,000 kesan û hindabûna 145,000 kesên don belge kirine.

Li gor SOHR, ku xwedîyê tora agahîya navxweyî li hindurê Sûrîyê ye, pirtir ji 96,000 kesên kuştî sîvîl in û ji 83,500 zêdetir sîvîl ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

SOHR bal dikşîne ku erî kêm 27,500 sîvîl di êrîşên esmanî de û 14,600 kesên din jî li zindanê, di bin êşkence de jîyana xwe hinda kirine.

SOHR bi berdewamî dide zanîn ku pirtir jî 7,000 sîvîl jî bi hawan û topbarana serhildayan hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG