Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: DAIŞ'ê 128 Sîvîl li Qaryatayn Kuştin


Di vê wêneya arşîvê de mîlîtanekî DAIŞê li Qaryataynê xwane dibe
Di vê wêneya arşîvê de mîlîtanekî DAIŞê li Qaryataynê xwane dibe

Bizavkarên Sûrî dibêjin ku mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) herî kêm 128 kes li bajarokê Qaryatayn ya Sûrî kuştin, berî ku ew neçar bimînin dever ji hêzên hikûmetê re bihêlin.

Hêzên rejîma Sûrî û hevalbendên wê roja Şemîyê Qaryatayn ku li parêzgaha Îdlibê ye, ji DAIŞ’ê standibûn. Rêxistina tundrê ew bajarok sê heftê di destê xwe de girtibû.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro ragihand ku wê kuştina sîvîlan belge kiriye ku DAIŞ’ê ew wek alîkarîdana ji hêzên hikûmetê re tawanbar kirine.

SOHR’ê da zanîn ku piranîya kuştinkarîyan di rojên dawî yên berî hatina hêzên hikûmeta Sûrî de qewimîne.

XS
SM
MD
LG