Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Operasyonên Tirkîyê de 24 Sîvîl li Efrînê Hatine Kuştin


Afrin
Afrin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di operasyonên leşker yên Tirkîyê de, 24 sîvîl li Efrînê hatine kuştin.

SOHR dide zanîn ku di operasyonan de 25 serhildayên bi piştgirîya Tirkîyê û 26 şervanên Kurd jî hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku jiber êrîşên esmanî û topbaranên tund yên Tirkîyê, dora 5,000 kes koçber bûne, lê hinekên din jî di nav pevçûnan de asê mane.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ew hazir e alîkarîya tengavî bigehîne 50,000 kesên li Efrînê û jibo 30,000 kesên din jî alîkarî amade dike.

XS
SM
MD
LG