Artêşa Sûrîyê, li Îdlibê bang li gel kir ku desthilata rejîma Şamê bipejirînin.
Artêşê bi hin belavokan, ku bi firokan ji esmên hatin berdan, da zanîn ku ‘’êdî dawîya cengê nêzîk e’’
Îdlib, ku li sînorê Tirkîyê ye, herêma dawî ya di destê serhildayan de ye.
Serokê Sûrîyê Beşar Esad, ku bi piştgirîya Rûsya û Îranê li gelek herêman dijî serhildayan bi ser ket, dîyar kir ku dibe ku ew berê xwe bidin Îdlibê.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), Artêşa Sûrîyê hin hêzên nû şandin başûrê rojavayê Îdlibê.
Li Sûrîyê, piştî pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û serhildayan de, ji gelek herêmên cûda Sûrî revîyabûn herêma Îdlibê.