Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Başûrê Rojhilata Sûrîyê 130 Sîvîl Hatin Kuştin


Deraa, piştî êrîşeke esmanî
Deraa, piştî êrîşeke esmanî

Li başûrê rojhilata Sûrîyê pevçûnên di navbera Artêşa Sûrîyê û serhildayan de gurtir dibin.

Artêşa Sûrîyê, ku du hefteyên berê li herêma Deraa dest bi operasyonê kiribû, bi hevkarîya Rûsya êrîşan li dar dixîne.

Ajansên çavdêrîyê didin zanîn ku serhildayan heta niha bi kêmî ve 10 cîh dane destê rêvebirîya Sûrîyê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku di pevçûnan li herêma Deraa de bi kêmî ve 130 sîvîl hatine kuştin.

Rêvebirîya Esad, di meha Nîsanê de serhildayên li Gutaya Rojhilat têk biribûn û bo kontrola temamê herêmê bi dest xistîne du hefteyên berê dest bi operasyonên nû kiribû.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku 270,000 kes ji herêma Deraa derketine û ber bi sînorê Urdunê û Girên Golanê yên di bin kontrola Îsraîlê de çûne.

XS
SM
MD
LG