Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Sûrîyê Ti Delîla Karanîna Çekên Kîmyayî Tune


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Sûrîyê ti delîla careke din karanîna çekên kîmyayî raber dike tune.

Serokê SOHR’ê Ramî Abdul Rahman ji AFP’ê re dîyar kir ku ew agahîyên xwe ji sivîlên li herêmê distînin û da zanîn ku li herêma çîyayî ya Lazqîyê sivîl najîn.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Sêşemê gotibû ku hin nîşan raber dikin ku rejîma Beşar Esad careke din çekên kîmyayî bikar anîye.

Berdevikê Wezareta Derve Morgan Ortagus dîyar kiribû ku ger ew pişrast bikin ku Esad çekên kîmyayî bikar anîye ewê demûdest bersîveke tund bidin.


XS
SM
MD
LG