Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşeke Xwekujî de 4 Kes li Tiltemirê Hatin Kuştin

Wêneyeke arşîvê ji peqîneke berêTil Til
Wêneyeke arşîvê ji peqîneke berêTil Til

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku li bakurê rojhilata Surîyê, 4 kes di erîşeke xwekuj ya bi maşîneke bombebarkirî de hatine kuştin.

Êrîş li ber navendeke kontrolê pêk hat. SOHR'ê dîyar kir ku êrîş li nêzî gundê Til Temirê, ku herêmeke di bin kontrola Kurdan de ye û 30 km dûrî sînorê Tirkîyê ye, qewimîye.

Kanala fermî ya dewleta Sûrîyê jî da zanîn ku 4 kes di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî de hatine kuştin, lê wê got ku êrîş li nêzî Serêkanîyê qewimîye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG