Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Tirkîyê 500 Şervanên Sûrî Veguhastin Rojhilata Çemê Firatê


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Tirkîyê pirtir ji 500 şervanên Sûrî yên ji komên bi piştgirîya Tirkîyê veguhastin rojhilata çemê Firatê.

SOHR dide zanîn ku du roj berê jî pirtir ji 700 şervanên bi çekên sivik bi heman awayî ji herêmên Sûrî yên bin kontrola Tirkîyê, ji herêmên rojhilata Firatê re hatine birin.

SOHR dibêje ku di 1ê Mijdarê de li Efrînê civînek di navbera îstixbarata Tirk û komên çekdar yên Şaxa Zeytûnê de pêk hat û karbidestên Tirk ji wan xwest ku xwe ji şerê dijî YPG’ê re amade bikin.

XS
SM
MD
LG