Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Hêzên Rejîma Esad Ketin Hindurê Xan Şêxûnê


Xan Şêxûn
Xan Şêxûn

Çavderîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrîyê ketine Xan Şêxûnê.

Xan Şêxûn di ser bûyerên karanîna çekên kîmyayî re bûbû cîhekî sembol.

SOHR dîyar dike ku li hin alîyên Xan Şêxûnê pevçûn didomin.

Ew bajarok di sala 2014’an de ketibû destê serhildayan.

Ji alîyê din ve, Pentagonê da zanîn ku ew operasyonên leşkerî yên rojavayê bakurê Sûrîyê ji nêz ve dişopînin.

Artêşa Tirkîyê dîyar kiribû ku rejîma Sûrîyê li Îdlibê dijî wan êrîş li dar xistiye û di êrîşê de 3 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG